TR KU SO
FB X
Cîhan

VIDEO | Bendera Beyrûdê pistî mehekê dîsa disewite

Hevi Turan
Nivîskar
📅 10 îlon 2020 17:50

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li paytexta Lubnanê Beyrûdê piştî teqîna mezin a 4ê Tebaxa 2020an îro 10ê Îlonê careke din agir bilind dibe.

Li gorî zanyariyan şewatê dîsa li cihê teqîna mezin a bendera Beyrûdê dest pê kiriye û li bajarê metirsiyeke mezin çêkiriye.

Di teqêna Beyrûdê ya mehek berê de ku hatibû ragihandin, di encama teqemeniyên benderê rû daye de nêzîkî 200 kesan can dabû û bêhtirî 6 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Herwiha beşeke mezin a bajêr jî wêran bûbû.

Derbarê sedema şewata îro de hîn agahiyên zelal nehatine, lê vîdyoyên şewatê hatin belavkirin ku ji her derê bajêr xuya dike.

Parve bike: