TR KU SO
FB X
Cîhan

Vîncê li 11 erebeyan xist: 4 mirî û 4 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 25 nîsan 2021 03:30

PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê vînca ku barê kabloyan hilgirtibû, frêna wê teqiya û li 11 erebeyên ku parkkirî an dihatin ajotin xist û di encamê de 4 kes mirin û 4 kes birîndar bûn.

Vînc, li ser rêya Harbiyê dema di fetlanekê di diçû, nikaribû dageriya û derbasî şerîda dinê bû. Vînc nikaribû bisekiniya û li 11 erebeyan xist.

Li ser bûyerê gelek tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. 2 kes li ciyê qezayê û 2 kes li nexweşxanê can dan. Dermankirina birîndaran li nexweşxanê dewam dike.

Parve bike: