Washington Post: Divê Amerîka li Idlîbê rê nede krîzeke mirovî
PeyamaKurd - Nivsîkarê rojnameya Washington Postê David Ignatius ragihand, divê Amerîka operasyona Rûsya û artêşa Sûriyê ya Idlibê asteng bike û rê li ber krîzeke mirovî bigire û divê Amerîka li Sûriyê çalaktir be.
David Ignatius di gotara xwe de radigihîne ku divê Amerîka li wê deverê roleke çalaktir bigire û dibêje: “Eger Amerîka bixwaze vegere lîstika Sûriyê divê li Idlibê pêşiya komkujiyekê bigire û proseya pêkvejiyanê bihêz bike.”
David Ignatius destwerdana Amerîka ya li Sûriyê weke 7 salan derengmayî û sînordar bi nav dike û dibêje rêveberiya Trump bê biryariya 18 mehan bi dawî kir û qebûl kir ku karê wan ê li Sûriyê ne tenê têkbirina DAIŞê ye.
Di wê nivîsê tê gotin berpirsekî Amerîkî diyar kiriye karê wan ew e heta devera ew dixwazin bibin alîkar bo derxistina nakokî û astengiyan li ber Rûsya û rejîma Sûriyê.
Tê îfade kirin, ku Amerîka dê di qanihkirina cîranên Sûriyê de hinek astengiyan bibîne û tê gotin, “Tirkiye mijareke hesas e. Têkiliyên Tirkiye û Ameîrkayê ji ber pastor Andrew Brunson xerabûne. Lê belê li qada Sûriyê hevkariya di navbera herdu welatan (rêkeftina Minbicê) li gor 6 meh berê gelek baş e.”
Herwiha tê gotin erkdarkirina James Jeffry weke bo koordînekirina karûbarên Sûriyê ku ew kes balyozê Tirkiye û Iraqê yê berê bû, nîşan dide ew polîtîkaya niha ji aliyê hikûmetê ve jî tê piştgirîkirin.
Idlib li bakûr-rojavayê Sûriyê cih digire û piştî ketina Heleb û Dera tekane devere ku ew rêxistinên cîhadîst lê kom bûne.
Tê ragihandin ku Artêşa Sûriyê dê bi piştevaniya Rûsya operasyonekê li dijî wê deverê bide destpêkirin.