Washingtonê 20 frokeyên F-35 froste Koreya Basûr
PeyamaKurd - Koreya Başûr ragihand ku ji bo kirîna 20 balafirên şer ên cureya F-35A wan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re peyman îmze kir.
Ajansa Bernameya Tedarekên Parastinê ya Koreya Başûr (DAPA), der barê frokeyên cûreya F-35A yên ku ji DYAyê hatine standin de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîyê de hate diyarkirin ku Koreya Başûr, ji ber zêdebûna gefên leşkerî yên Koreya Bakur, di çarçoveya zêdekirina tedarekên parastina neteweyî de 20 frokeyên F-35A ji DYAyê kirîye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku peymana kirîna 20 balafirên şer ên tîpa F-35A yên ku ji aliyê şîrketa esmanî û berevaniyê ya DYAyê Lockheed Martin ve tên hilberandin di 8ê Kanûnê de bi hikûmeta DYAyê re hatiye îmzekirin.
Di daxuyanîye da hat diyarkirin ku wê DYA, ji 2027an şûn ve dest bi radestkirina frokeyan bike.