TR KU SO
FB X
Cîhan

'Wê DAIS di 2022yan de li Sûriyê êrîsên xwe zêdetir bike'

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 rêbendan 2022 00:03

PeyamaKurd – Li Sûriye û Iraqê di demên dawî de liv û tevgera DAIŞê zêde bûye. Li gorî raporan tê pêşbînîkirin ku wê di sala 2022yan de bi taybet li Sûriyê êrîşên rêxistina terorîst DAIŞê zêdetir bibin.

Rêveberê SOHRê Ramî Ebdurehman VOAyê re daye xuyakirin: "Di sala borî de êrîşên ku DAIŞê li herêmên di bin kontrola rejîmê yan Hêzên Sûriya Demokratîk de pêk anîne zêde bûn û ji ber vê yekê jî dibe ku di sala nû de DAIŞ êrîşên xwe zêdetir bike."

Li gorî amarên Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), DAIŞê di sala 2021ê de, bi dehan êrîş li Sûriyê pêk anîne û di wan êrîşan de herî kêm 600 kes hatine kuştin.

Parve bike: