Cîhan
Wê îzna derketina derve bidin yên di ser 65 saliyan
PeyamaKurd- Behs heye ku li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê bo kesên temenên wan 65 sal û di ser 65 salan de be îzna derketina wan ya derve bidin lê wê bo demekî kurt bidin û divê xwe bi maske biparêzin, hem mesafa navbera xwe û yên dinan biparêzin.
Dibe ku ev wext di dawiya hefteyê de be û tenê bo çend sietan be. Bi vê biryar û kiryarê belkî kesên temen mezin hinekî ji psîkolojiya malê xwe rizgar bikin û aciziyên xwe piçekî be jî berteref bikin.
Eger ev biryara îdarî bê dayîn wê bo 7.5 mîlyon kesan be.