TR KU SO
FB X
Cîhan

Wê Rûsya û Îran li Zerya Hindê rahênana hevbes a leskerî bikin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 sibat 2021 04:39

PeyamaKurd – Berpirsekî leşkerî ji Hêzên Deryavaniya Îranê bi navê Habîbullah Seyyarî ji medya Îranê re ragihandiye ku wê Rûsya û Îran duyemîn rahênana leşkerî ya hevbeş birêve dibin.

Rayedarê îranî daye xuyakirin ku mebesta rahênana hevbeş a leşkerî mayîndekirina ewlehiya bakurê Zeryaya Hindê ye û gotiye,

"Rahênana hevbeş a hêzên deryavaniya Rûsya û Îranê peyameke eşkere dide. Welatê me ji dema şoreşê heta niha rûbirûyî gelek gefan bûye û dijminên me planên curbecur amade kirine.”

Li gorî daxuyaniya berpirsê îranî wê rahênana hevbeş di nav vê mehê de were birêvebirin. Beriya niha jî hêzên deryavaniya Rûsya, Îran û Çînê di navbera 2-29ê Kanûna 2020an de li Kendava Hurmuzê rahênaneke leşkerî pêk anîbûn.

 

Parve bike: