TR KU SO
FB X
Cîhan

Welatê sêyem jî balyozxaneya xwe bir Qudsê

📅 22 gulan 2018 03:24

PeyamaKurd - Piştî Amerîka û Guatemalayê Paraguaya welatê Amerîkaya Başûr jî balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kir û bire Qudsê.

Piştî merasima fermî Balyozxaneya Qudsê ya Paraguayê vebû.

Serokê Dewleta Paraguayê Horacio Cartes, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û hin wezîrên Îsraîlî beşdarî merasima vekirinê bûn.

Piştî Amerîka û Guatemalayê, Paraguay bû welatê sêyemîn ku balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kir û bire Qudsê.

Balyozxaneya Qudsê ya Amerîkayê di 14ê gulanê de bi merasima ku zavayê Serok Donald Trump û şêwirmendê wî Jared Kushner û Ivanka Trumpa keça wî beşdar bûbûn vebûbû.

Roja ku balyozxaneya Amerîkayê vebû, li ser sînorê Xezeya ku dorpêçkirî ye, him ji bo barkirina balyozxaneyê him jî Neqbeya (Felaketa Mezin) sala avabûna Îsraîlê xwepêşandan hatin lidarxistin. Eskerên Îsraîlê êrîşî xwepêşandanan kiribûn û ji 60î zêdetir Filistînî şehîd bûbûn, bi hezaran Filistînî jî birîndar bûbûn.

Guatemalaya welatê Amerîkaya Navîn jî piştî Amerîkayê di 16ê gulanê de balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kiribû û biribû Qudsê.

Parve bike: