TR KU SO
FB X
Cîhan

Welatên Ereb li Riyadê banga agirbestê ya bo Xezeyê dubare kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 28 nîsan 2024 12:34

PeyamaKurd – Welatên Ereb li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê ji bo gotûbêjkirina rewşa Xezeyê û şerê ji 7ê Cotmeha 2023yan ve berdewam dike civiyan.

Piştî civînê Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyeke nivîskî encamname eşkere kir û ragihand, banga agirbestê bo Xezeyê hatiye dubarekirin.

Di encamnameya civîna ku bi serpereştiya Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan di navbera 6 welatên Ereb de hate encamdan de,  hate gotin, “Pêwîste şerê li Xeta Xezeyê were bidawîkirin, agirbesteke tam bê ragihandin û li gorî hiqûqa mirovî ya navdewletî sivîl bên parastin.”

Herwiha hate xwestin ku hemû dorpêç û astengkirinên li ser Xezeyê bên rakirin, piştevanî ji bo hewldanên avakirina dewleteke serbixwe ya Filîstînê bê kirin.

Parve bike: