Cîhan
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê: Em bi çekên giran jêrxaneya leskerî ya Ukraynayê pûç dikin
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê diyar kir, ew bi çekên giran jêrxaneya leşkerî, binesaziya berevaniya asmanî, balafirxaneyên leşkerî û balafirên artêşa Ukraynayê pûç dikin.
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê eşkere kir, hêzên çekdar ên Rûsyayê, tu êrîşên mûşek, esmanî û topxaneyê li ser bajarên Ukraynayê nakin.
Wezaretê destnîşan kir: “Jêrxaneya leşkerî, binesaziya berevaniya esmanî, balafirxaneyên leşkerî û balafirên Hêzên Çekdar ên Ukraynayê, bi çekên giran tên astengkirin.”
Herwiha da zanîn, tu gef li ser li gelê sivîl nîne.