TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezareta Iraqê bîlançoya teqînên Kerkûkê eskere kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 31 gulan 2019 17:13

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Iraqê amarên dawê yên hejmara kuştî û birîndarên teqînên şeva borî yên Kerkûkê ragihandin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di encama teqînên şeva borî yên li Kerkûkê de 2 hemwelatiyan jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê hejmara birîndaran de jî wezaretê da xuyakirin, 38 hemwelatî ku hejmareke wan zarok û jin in birîndar bûne û niha di bin çavdêrî û çareserîya bijîşkî de ne.

Li gorî daneyên çavkanîyên nefermî ku hatibûn belavkirin, dihat gotin ku di teqînan de 6 hemwelatiyan can daye û 19 jî birîndar bûne.

Parve bike: