Cîhan
Wezaretê ji bo betalkirina biryarê, serî lê da!
PeyamaKurd- Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB) ya Tirkiyê li ser babeta sûnda xwendekaran, ji bo betalkirina biryarê serî li dagehê da.
Sûnda xwendekaran di sala 2012an de li dibistanên seretayî û di sala 2013an de jî li dibistanên navîn hatibû rakirin.
Di 18ê Cotmeha îsal de jî dadgeha bilind biryara rakirina sûnda xwendekaran betal kir.
Li ser vê biryarê gelek nîqaş hatin kirin. Hinek aliyan ev biryar rast dît û hinek aliyan jî bi zimanekî tund rexne kir. Hukûmetê jî ev biryara dadgeha bilind rexne kir û got ku tu welatên demokratîk sûndên wiha bi zarokên dibistanê her sibeh nadin xwendin.