Cîhan
Wezîr Hakan Fidan li DYAyê bi wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, li DYAyê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê bi Marco Rubio re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de mijarên wan; têkiliyên DYA-Tirkiyê, gavên stratejîk yên navbera her dû dewletan û pirsgirêkên herêmê bûn. Di nav mijarên herêmê de; şerê Ûkrayna, Fîlîstîn, Sûriye û dorpêçên CAATSAyê yên ser Tirkiyê û mijara balafirên F-35an hebûn.
Civîna her dû wezîran bo çapemeniyê girtî bû. Hevdîtina ku wê Trump û Erdoğan di pêşde bikin an ku wê Erdoğan kengê here DYAyê, seredana Trump bike, li serê axifîn. Wezaret an wezîr Hakan Fidan, di derbarê hevdîtinê de zêde agahiyan nedan.