Wezîra Derve ya Almanyayê dertê 11mîn gera xwe ya Rojhilata Navîn
PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di çarçoveya têkiliyên dîplomatîk ên di derbarê agirbesta li Şerîda Xezzeyê de, ji 7ê Cotmehê û vir ve wê 11emîn gera xwe ya Rojhilata Navîn bike.
Di demeke ku xebatên dîplomatîk ên ji bo agirbesta Xezzeyê didomin de Baerbock, wê gera xwe ya 11emîn a Rojhilata Navîn pêk bîne.
Berdevka Wezareta Derve ya Almanyayê Kathrin Deschauer diyar kir ku Baerbock wê danê êvarê biçe Erebistana Siûdî û bi Wezîrê Derve yê wî welatî Siûdî Feysel Bin Ferhan Al Siûd re hevdîtinekê pêk bîne.
Deschauer got ku civîna wan wê li ser "rewşa dramatîk a li herêmê" û "hêrişên domdar ên li ser keştiyên navneteweyî yên ji aliyê Hûsiyan ve li Yemenê" bê sekinandin.
Annalena Baerbock her wiha wê li Îsraîlê bi Wezîrê Derve yê Îsraîlê Îsraîl Katz û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant re jî hevdîtinan pêk bîne.
Baerbock piştî van civînan wê li herêma Şerîa Rojava ya Filistînê bi Serokwezîrê Filistînê Mihemed Mistefa re jî bicive.