Cîhan
Wezîrê Derve yê Awusturyayê îro serdana Iraqê dike
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg îro Duşemê serdana Iraqê dike.
Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf diyar kir, Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg dê îro serdana Bexdayê bike û balyozxaneya wî welatî li Bexdayê veke.
Sehaf eşkere kir, Wezîrê Derve yê Awusturya di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, wê ligel her sê serokatiyên Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bicive.