TR KU SO
FB X
Cîhan

Wezîrê Karên Derve yê Awusturyayê, Tirkiye rexne kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 02 rêbendan 2023 20:30

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg, di derbarê kar û barên navxweyî yên Tirkiyeyê de daxuyaniyeke rexnegirî da.

Alexander Schallenberg, di daxuyaniya xwe ya ji bo ajansa nûçeyan a Awusturyayê APAyê de diyar kir ku wî gelek caran bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin kirine û got,

"Ev nayê wê wateyê ku êdî em di hemû xalan de li hev dikin." 

Wezîrê Awusturyayê, bal kişand ser rewşa Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ku bi hinceta heqaret li endamên YSKê kiriye 2,5 sal cezayê girtîgehê û qedexeya siyasetê lê hat birîn, rexne li Tirkiyeyê kirin.

Schallenberg îdia kir ku li ser navê demokrasiyê, li Tirkiyeyê paşveçûneke giran heye û got,

“Dema bi taybetî hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê li ber çavan bên girtin, divê welêt di vê rêyê de nemeşe û sî nekeve ser demokrasiyê.”

Parve bike: