WHO: Mafê jiyana bi rûmet nemaye
PeyamaKurd- Gerînendehê Ofîsa Herêmî ya Rojhilata Navîn a Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Ehmed El Manzarî diyar kir ku li Xezayê di bin êrîşên Îsraîlê de "gihîştina tenduristiyê û mafê jiyaneke bi rûmet hema bêje ne pêkan e."
Ehmed El Manzari, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bal kişand ser Filistîniyên li Xezayê ji mafên xwe yên herî bingehîn ên mirovî bêpar in.
Manzari got, "Gelê Xezayê beriya êrîşên dawî di gihandina xizmetên tenduristiyê de zehmetiyan dikişand. Niha ev mafê tenduristiyê û jiyana bi rûmet ku mafên bingehîn ên mirovan in, hema bibêje ne pêkan e.”
Manzari bal kişand ser wê yekê ku sivîl, xebatkarên tenduristiyê û alîkariyên mirovî û nexweş di bin talûkeyên mezin de ne û destnîşan kir ku "herêma pevçûna Îsraîl û Filistînê" li cîhanê bi mezintirîn rewşa awarte ya mirovî re rû bi rû ye.
Manzari diyar kir ku divê rêz li hiqûq û rêgezên mirovî yên navneteweyî yên ku ji bo mirovan ji zindiyên din cuda bikin, bên girtin û demildest ev felaket bê rawestandin.