Cîhan
WHO: Zêdebûna pileya germê vîrusa korona tune nake
PeyamaKurd - Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) dibêje bi zêdebûna pileya germê ve şewba vîrusa koronayê nifşê nû (Covid-19) tune nabe û ji ber wê jî pêwîstî bi xweparastinê heye.
Li grorî zanyariyên malpera Rossia Today (RT) ya rûsî, Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) bi daxuyaniyekê ragehandiye, xwe dana ber tav û rojê û zêdebûna germê ya ser 25 dereceyê nabe alîkar ku mirov bi nexweşîna koronayê nekeve.
Li gor WHOyê eger pileya germê zêde bibe û berdewam roj û hetaw hebe jî dîsa metirsiya berketina wê şewbê bo mirov her heye.
Ji ber wê jî bi berdewamî pêwîstî bi destşûştin, sosyal îzolasyonê heye da ku miorv enfekte nebe.