Cîhan
Xelkê bi kêrê birîndar kir
PeyamaKurd- Li Hollandayê li bajarê Laheyê di navendeka bazirganiyê de, kesekî bi kêra destê xwe êrîşê ser xelkê kir û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Tevî ew çend polîs hebûn êrîşker di nava wan de reviya. Li ser bûyerê gelek ambûlans û polîs hatin şandin bo ciyê bûyerê. Tîmên tenduristiyê piştî tedawiya pêş ya birîndaran kirin, wan şandin bo nexweşxaneyan.
Polîsê Laheyê li êrîşkerê 45-50 salî diğere. Polîs ewlekariyê derxistiye asta herî bilind.