TR KU SO
FB X
Cîhan

Xezalî gef li Amerîkayê xwar: Emê bervaniyê bikin…

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 sibat 2019 21:04

PeyamaKurd – Rêberê koma şîe ya di bin banê Heşda Şeibî de, Esaîb Ehlul Heq Xeys el Xezalî gefa berevaniya dijî Amerîkayê li Iraqê xwar.

Xezalî got, heger parlamena Iraqê biryara derxistina leşkerên Amerîkî ji Iraqê derxe û Amerîka vê biryarê bicih neyînê, ew dê li henber wan berevaniyê (şer) bikin.

Xezalî da xuyakirin, "Hebûna Amerîkayê ya li vê derê ji bo pêkanînan rojevên veşarî ye. Serokê Amerîkayê eşkere vê dibêje. Amerîka ewlekariya Îsraîlê wekî ewlekariya xwe dibîne. Hebûna wan a li Iraqê jî ji bo parastina Îsraîlê ye û difikire ku dê Îran zirarê bide wê.”

Xeys el Xezalî herwiha girîngiya biryara derxistina hêzên Amerîkî ji Iraqê bi bîr xist.

Parve bike: