Xezelî: Kes nikare li hember Hesda Seibî derkeve
PeyamaKurd - Serokê giştî yê koma çekdar ya Esayîb Ehlî Heq ya Iraqê Qeys Xezelî, li hemberî operasyonên li ser Heşda Şabî, gefên tund li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî xwar û ragihand, ew nikare li hember Heşda Şeibî derkeve!
Do, danê sibê hêzên dijîterora Iraqê ketin baregeha Hizbullah Iraqê û çend endamên wê komê girtin ku dixwastin êrişî baregehên hêzên Amerîkî yên li Bexdayê bikin.
Li ser vê yekê, serokê giştî yê koma Esayîb Ehlî Heq, ku girêdayî Heşda Şeibî ne, Qeys Xezelî daxuyaniyek da û ragihand, girtina çekdarên Heşda Şeibî ji aliyê hêzên dijîterorê ve, çêkirina aloziyê ye û pêşhateka metirsîdar e!
Qeys Xezelî bi tundî êrişî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û ragihand, divê serokwezîrê Iraqê bizane, ne ew û ne jî ti kesekî din, nikare li hember Heşda Şeibî derkeve, ji ber ku Heşda Şeibî “li dijî terorê” şer kiriye!