TR KU SO
FB X
Cîhan

YA yê dorpêçên ser Rûsyayê 6 meh dirêj kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 14 rêbendan 2022 01:38

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê bi sedema ku Rûsya Ûkraynayê bê îstîqrar dike, dorpêçên ku danîbû ser Rûsyayê ji bo 6 mehên din dirêj kir. Li gor ragihandina Konseya YA yê; dorpêçan aboriya Rûsyayê kiriye hedefa xwe û biryarê da ku dorpêçan heya 31 ê temmûza 2022 an dirêj bike.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku li gor zîrweya lîderên YA yê ya di roja 16.12.2021 ê de li gor peymana Minskê hatiye dayîn. Li gor dorpêçên ser Rûsyayê welatên YA yê sîlihan nafroşin Rûsyayê.

Di dorpêçan de teknolojiyên ku di karê petrol û xazê de tên bikaranîn, nadin Rûsyayê. Bankayên Rûsyayê di sîstema Awrûpayê de nikarin kar bikin.

Parve bike: