TR KU SO
FB X
Cîhan

YE: Hegera gihîstina rêkeftinê, tuneye

Ruken güler
Nivîskar
📅 19 îlon 2023 19:31

PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Borrell diyar kir ku ew hegera lihevkirina bi Rusyayê re li ser peymana genim nabînin.

Li gorî nûçeya Sputnikê, Borrell diyar kir ku ew hegera lihevkirina bi Rusyayê re li ser peymana genim nabînin û got,

“Rusyayê şert danî. Bi rastî, ez bawer nakim ku ev şert, sînorkirin an jî mijara rakirina sizayan be. Ji ber ku sizayên me bandorê li hinardekirina xurek û gubreyê nake.

Ji ber vê yekê li hincet û argumentên derew negerin. Tu hegera ku em bi Rusyayê re bigihîjin rêkeftinekê tuneye. Ji ber ku ez bi bawer im ku ew vê yekê naxwazin.”

Parve bike: