TR KU SO
FB X
Cîhan

Yekîtiya Awrûpayê banga sebrê bo Brexitê kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 03 nîsan 2019 02:12

PeyamaKurd- Serokê Konseya Awrûpayê Donald Tusk, piştî ku serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihand ku pêdivî bi paşdexistina Brexitê heye, peyamekî da û got: “sebir bike.” Tusk, di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Her çendîn em nizanin wê encama Brexitê ji sibe û bi şûn de çi be jî, divê em bi sebir bin.”

Serokwezîra Brîtanyayê May ragihand ku pêdivî bi paşdexistineka kurt heye û bo çareseriya mijarê divê bi serokê muxalefetê bi Jeremy Corbyn re hevdîtin bike.

Wê serokên endamên dewletên Yekîtiya Awrûpayê, serokê Konseyê Tusk, serokê Komîsyona YA yê Jean-Claude Juncker û May, di 10 ê nîsanê de bo zîrweya Brexitê li Brukselê werin cem hev.

Parve bike: