Cîhan
Yekîtiya Ewropayê 90 milyar euro alîkariya bo Ukraynayê pesend kir
PeyamaKurd- Parlamentoya Ewropayê ji bo pêdiviyên lezgîn ên Ukraynayê yên di navbera salên 2026-2027an de, pakêteke alîkariyê ya bi qasî 90 milyar euroy îbi piraniya dengan pesend kir.
30 milyar ji vê alîkariyê ji bo budçeyê û 60 milyar jê ji bo bihêzkirina leşkerî hatiye veqetandin. Dê ev alîkarî ango kredî bi rêya deynkirina hevpar a li bazarên sermayeyê were dabînkirin û Ukrayna dê tenê piştî ku Rûsyayê tezmînata şer da vê krediyê vegerîne.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Seroka Parlamenê Roberta Metsola piştî dengdanê diyar kirin ku piştgiriya Ukraynayê ji bo ewlehiya hemû Ewropayê û aştiyeke mayînde krîtîk e.