Cîhan
Yerlikaya: Pasevanê Murat Karayilan hate kustin
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlikaya ragihand ku di operasyoneke 4ê Kanûnê de, pasevanê berê yê serkirdeyê PKKê Murat Karayilan hatiye kuştin.
Yerlikaya ragihandiye ku di operasyona li çiyawarên Mêrdînê hatiye kirin de, Yunus Arasê bi nasnav ‘Herekol Hezex’ di 2019an de pasevaniya Karayilan kiribû jî di nav de du kes hatine kuştin.
Wezîrê Tirki diyar kiriye ku bi testa DNAyê hatiye piştrastkirin ku Herekol Hezex, Yunus Aras e.
Medya PKKê jî mirina Herekol Hezex piştrast kiriye û agahiyên wî wên nasnameyê belav kirine ku hatiye gotin, wî di şerekî 3yê vê mehê de, ji bo nekeve dest xwe kuştiye û navê kesên din jî Rodî Nalîn bûye.