Cîhan
YSK jimara hilbijêrên gistî ragihand: 64 milyon, 191 hezar û 285
PeyamaKurd – Rêxistina Bilind ya Hilbijartina YSK ragihand ku wê di hilbijartina 14 ê gulanê de 64 milyon,191 hezar û 285 kes dengê xwe bidin. Hilbijartina 14 ê gulanê hilbijartina serokomar û parlementerên Tirkiyê ye. Di nava hibijêran de 7 milyon kes yên nû ne ku wê cara yekem herin ser sindoqan.
Di hilbijartinê de wê 195 hezar û 705 sindoq bên danîn. Lîsta hilbijêran wê di 12 ê nîsanê de zelal bibe û di 19 ê nîsanê de dest bi belavkirina kaxezên an ku kartên hilbijêran bikin.