Cîhan
YSKê biryara betalkirin û nûkirina hilbijartina Stenbolê da
PeyamaKurd - Ajansa Anadol a Tirkiyê ragihand ku hilbijartinên Stenbolê yên 31ê Adarê hatin betalkirin û ji nû ve hilbijartin encam didin.
Hat ragihandin ku dadwerên Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li beramberê 4 dengan bi 7 dengan biryara nûkirina hilbijartina Stenbolê da.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de piştî 25 salan deshilatdariya Erdogan û AKPê namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû û demek berê jî dest bi kar kiribû. Piştî îtirazên AKPê û MHPê yên ji nû ve jimartina dengan ku encam neguherîbû, car din betalkirin û nûkirina hilbijartinên Stenbolê hatibû xwestin.
Li gorî biryara YSKê ya nûkirina hilbijartinê tarîxa nû ya encamdana hilbijartinên Stenbolê 23yê Hezîrana 2019an e.