Cîhan
Zas: Rêxistin 2.500 leskeran disîne Kazakistanê
PeyamaKurd – Li Kazakistanê heya niha bûyerên li dijî hukumetê ranewestiyane û dewam dikin. Ew bûyerên ku li dijî zêdekirina bihayê LPG ê dewam dikin, ji bo wan rawestînin serokkomarê Kazakistanê Kasım Cömert Tokayev ji rêxistina Peymana Ewlehiya Hevkariyê alîkariyê xwestibû. Rêxistin ji hêzên Rûsya, Belarûs, Kazakistan, Ermenistan, Kırgızistan û Tacikistanê pêk tê.
Sekreterê giştî yê rêxistinê Stanislav Zas ragihand ku ji bo xwepêşandanên li Kazakistanê rawestînin, hêzên ku bişînin, wê ji 2.500 leşkeran pêk were û eger pêwist be dikarin jimara leşkeran zêdetir bikin.
Zas ragihand ku leşkerên wan ji yekîneyên môbîl pêk tên û ji bo serhildanan vemirînin bikartînin.