TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy, di derbarê meha Remezanê de biryarek da

Ruken güler
Nivîskar
📅 09 nîsan 2023 23:00

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku ji niha û pê ve xwarina fitarê dê di meha Remezanê de wekî kevneşopiyeke fermî bi berdewamî bê dayîn.

Volodimir Zelenskiy, duh li avahiya Yekîtiyê ku Navenda Çanda Tatarên Kirimê ya li herêma Kievê ye, beşdarî bernameya xwarina fitarê ya ku Dewleta Ukraynayê bi leşkerên misilman ên Ukraynayê, serokên Meclisa Neteweyî ya Tatarên Qirimê û nûnerên oldarên misilman bû.

Zelenskiy, di axaftina bernameya fitarê de biryareke nû ragihand û got,

“Em, kevneşopiyeke nû ya rêzgirtinê li jiyana fermî ya dewleta xwe zêde dikin. Bi sed hezaran misilmanên li Ukraynayê û civaka misilmanên cîhanê welatên cuda, neteweyên cuda di meha pîroz a Remezanê de rojiyê digirin.

Ji îsal û pê ve her sal li Ukraynayê, bi beşdariya serokdewlet, dê çalakiyek wiha taybet a rêzgirtinê were lidarxistin û ev yekem car îro li Navenda Çanda Tatar a Kirimê hat lidarxistin.” 

Parve bike: