TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy: Serê li Ukraynayê, ket qonaxeke din!

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2023 21:00

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, şeva borî bi rêya peyameke bi vîdeo ragihand ku di şerê navbera Rusya û Ukraynayê de pevçûnên herî dijwar wekî van demên dawî li herêma Donbasê berdewam dikin.

Volodimir Zelenskiy diyar kir ku ji bo serkeftina di şerê li dijî Rusyayê da ew ê hemû derfetên xwe bigihînin hev û wiha got:

"Em dibînin ku we çi hêz berhev kiriye û em dizanin çawa bersivê bidin. Li qadên sereke yên operasyonê, bi taybetî li Donbasê pevçûnên dijwar berdewam dikin. Şerê ji bo Donbasê, berdewam dike. Şerê ji bo Başûr berdewam dike."

Zelenskiy da zanîn ku di derbarê tevgerên artêşa Rusyayê de agahiyên pêwîst di destên wan de hene û bi bîr xist ku ji 24ê Sibatê ve roja 335emîn a şerê ku Rusyayê li welatê wî daye destpêkirin, ango meha 11an wê biqede û got, "Em ê ji bo yek tiştî, ji bo serkeftina Ukraynayê, hemû hêza xwe bikin yek. serkeftina Ukraynayê."

Parve bike: