TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy wê serdana Amerîkayê bike

Leyla Denli
Nivîskar
📅 15 îlon 2023 14:13

PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku Serokomarê Ukraynayê Volodomir Zelenskiy wê serdana Qesra Spî û Kongreya Amerîkayê bike.

Karbidestên Amerîkî ku nexwestin navên xwe eşkere bikin diyar kirin, serdana Zelenskiy wê piştî beşdarbûna wî di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ku hefteya bê li New Yorkê bê lidarxistin, pêk were.

Hat ragihandin, Zelenskiy wê roja Pêncşemê hefteya bê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re li Qesra Spî bicive.

Parve bike: