TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelensky bo welatên Ewropayê: Êdî tehemula min nema!..

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 nîsan 2022 23:40

PeyamaKurd – Serokê Ukrayna Volodimir Zelensky, bi sedema ku di sepandina dorpêçên dijwar de bêbiryar in rexneyên tund li welatên Ewropayê girtin û got, êdî tehemula min nema ye.

Zelensky gotarek bi rêya vîdyokonferansê li Parlamentoya Îrlandayê pêşkeş kir û bal kişand ser ku Rûsyayê şeva borî careke din êrîşî Ukraynayê kiriye û hêzên rûsî hemû tiştên welatî debara xwe pê dikin, hedef digire.

Zelensky, bibîr xist ku di hinerdekirina xurekan de Ukrayna yek ji welatê herî li pêş e û ji ber êrîşên Rûsyayê bihayê xurekan wê zêdetir bibe û xelaya xurekan çêbibe.

Zelensky got ku Rûsya bi artêşeke mêtingeriyê hatiye ser Ukraynayê û bêbiryariya welatên Ewropayê bo sepandina dorpêçên tund bi ser Rûsyayê de wiha rexne kir:

"Piştî ewqas tiştên hatin serê Ukraynayê û kiryarên artêşa Rûsyayê, êdî tehemulî vê bêbiryariyê nakim.”

Parve bike: