TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelensky: Dibe ku em li Qudsê gotûbêj bikin, ew der cihekî bas e ji bo dîtina astiyê

Leyla Denli
Nivîskar
📅 21 adar 2022 14:00

PeyamaKurd Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky do bi şev, peyamek li ser birêveçûna danûstandinan li Qudsê belav kir û da zanîn: “Ji bo dîtina aştiyê, cihekî guncav e.”

Volodimir Zelensky di peyama xwe ya li ser Telegramê belav kir de eşkere kir: “Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet, hewla dîtina rêyekê dide ji bo danûstandinên ligel Rûsyayê, em jî xebatên wî diecibînin, da ku em demildest dest bi gotûbêjên ligel Rûsyayê bikin, dibe ku em li Qudsê gotûbêj bikin, ew der cihekî baş e ji bo dîtina aştiyê, eger tiştekî wisa were kirin.”

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet hewla navbeynkariya Rûsya û Ukraynayê dide. Piştî destpêkirina operasyonên serbazî yên Rûsyayê, Naftali Benet serdana Moskowê kir, piştre bi rêya telefonê bi Zelensky re axivî.

Parve bike: