Cîhan
Zelensky: Ez amade me rasterast bi Pûtîn re hevdîtinê bikim
PeyamaKurd – Zelensky razî bû ku ji destpêka şer û vir ve rasterast bi serokê Rûsyayê Pûtîn re hevdîtinê bike.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ji rojnamevanê Brîtanî Piers Morgan re axivî û got ku ew amade ye rû bi rû bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinê bike.
Zelenskî got: "Eger ev yekane bijarde be ku wê aramiyê ji hemwelatiyên Ukraynayê re bîne û nebe sedema qurbaniyên mirovî, wê demê ez teqez amade me ku danûstandinan bikim."
Zelenskî jî diyar kir ku ew ê bi Pûtîn re ne edeb be û wiha got: "Çi ferq dike helwesta min a li hemberî wî çi ye? Ez ê jê re ne bi edeb bim. Û ez wî wek dijminê xwe dibînim. Bi rastî ez bawer dikim ku ew jî min wek dijmin dibîne."