Cîhan
Zelensky Papayê Vatîkanê vexwend Ukraynayê
PeyamaKurd – Serokê Ukrayna Volodomir Zelensky, di dema gotara xwe ya bo parlementoya Îtalyayê de eşkere kir ku ligel Papa pêwendî kiriye û ew vexwendiye Ukraynayê.
Piştî gotara Zelensky, Balyozê Vatîkanê yê Ukrayna Andrii Yurash bi daxuyaniyekê pêwendiya telefonî ya Papa û Zelensky piştrast kir û naveroka wê parve kir.
Balyozê Vatîkanê got ku Papa Franciscus piştgiriyeke nû daye Ukraynayê û ligel Zelensky axaftineke hêvîbexş kiriye û ji bo dawîbûna şer dia kiriye.
Herwiha li ser vexwendina Ukraynayê jî diyar kir, Papa mêvanê herî zêde bendewarî lê tê kirin e.