TR KU SO
FB X
Cîhan

Zerîf: Em bi Washingtonê ra nakevin gotûbêjê

📅 28 mijdar 2018 04:56

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf der barê Amerîkayê de got: Bi nêrîna Tehranê gotûbêja bi dewleta ku bi rihetî sozên xwe yên der heqê Lihevkirina atomî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê binpê bike, bêencam e.

Zerîf derketina Trump ji Lihevkirina Atomî wek binpêkirina qanûnên navneteweyî da zanîn û got: Bi tecrubeyên bihurî, her cûre gotûbêja nû navbera Tehran û Washingtonê nayê kirin.

Zerîf tevî amajeya bi derketina Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî, got: Di vê rewşê da aliyên ewropî dikarin bi sekinîna li hemberî zextên Amerîkayê, tevî filitandina Lihevkirina Atomî, şiyana xwe li warê navneteweyî nîşan bidin.

Zerîf got: Hegera siyasetên dijminane yên Amerîkayê li dijî Îranê, ne mijarên atomî, belkî pêşketin û zêdebûna bandora Îranê li welatên navçeyê ye.

Parve bike: