TR KU SO
FB X
Cîhan

Zuckerberg: Êdî navê kompaniya Facebookê bû Meta

Leyla Denli
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2021 13:33

PeyamaKurd – Damezrîner û Serokê Cîbicîkar ê Facebookê Mark Zuckerberg bi peyamekê diyar kir; êdî navê kompaniya Facebookê bû Meta.

Mark Zuckerberg do logoya nû ya kompaniyê parve kir û da zanîn: “Navê torên min ên din, wê weke xwe bimînin, lê belê min Facebook kir Meta.”

Beşek ji lêkolîner û pispor di wê baweriyê de ne, ku sedema guherandina navê Facebookê ew e ku di dema borî de kaxezên Facebookê hatin belavkirin û ew belgename eşkere bûn ku kompaniya Facebookê guh nedaye hişyariyên ku li ser bandorên civakî yên torê li cîhanê amaje pê hatiye kirin.

Parve bike: