Kurdistan
189 koçberên ji Sûriyê ji Kampa Holê hatin derxistin
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê li ser daxwaza wan 46 malbatên ji Sûriyê ji kampa Holê derxist û ew şandin cih û warên wan.
Hat ragihandin ku îro 7ê Mijdarê Rêveberiya Kampa Holê beşeke din ji malbatên ku ji ber sedema şer koçberî kampa Holê bûne derxistine û ew vegerandin bajarê wan.
Li gorî daxuyaniyê, ew malbat piştî destûrnameyên ewlehiyê ji kampê hatin derxistin.
Hate diyarkirin ku ew malbatên ji kampê hatine derxistin ji herêma Dêra Zorê ne û hejmara wan jî 189 kes in.
Hêjayî gotinê ye, li Kampa Holê ji bilî koçberan bi deh hezaran zarok û malbatên DAIŞê jî dimînin û gelek caran beş bi beş bi taybet endamên berê yên DAIŞê yên ji Sûriyê bi navbeynkariya rûspiyên eşîran ji kampê têne derxistin.