Kurdistan
3 kolanên Diyarbekirê xistin karantînayê
PeyamaKurd- Li nav bajarê Diyarbekirê de, li taxa Reza (Bağlar) di çarçoveya tedbîrên berlêgirtina Kovid-19 ê de, 3 kolanan xistin bin karantînayê. Li taxa Reza li mehele yên 5 Nîsanê û Şêx Şamîlê piştî Kovid-19 hat tesbîtkirin, bo karantînayê biryarê li ser 3 kolanan dan.
Her 3 kuçe ji aliyê zabitayên şaredariyê û polîsan de xistin bin kontrolê. Tîmên fîlyasyonê testên kesên posîtîv derketine, bi kê re têkilî danîbin, testên wan jî kirin.