Kurdistan
300 donum arazî sewitî
PeyamaKurd- Li bajarê Diyarbekirê li navçeya Çunguşê bi sedemeka ku nayê zanîn agir bi der û dorê ket û di encamê de 300 donum erd şewitî. Şewata erdê bi bandora bayê dewam dike.
Li navçeya Çüngüş a Diyarbekirê du gundên ku li wan şewat derketiye daristanin û hem gihayê hişk û pêreze zêde ne lewra agir zû belav dibe. Bi sedema ku arazî rast nîne, tîmên îtfaiyê bi zahmetî mudaxele bi şewatê dikin. Gundiyên xwedî traktor jî tevlî tîmên vemitrandina agir bûne.
Li ser bûyerê lêpirsîn dewam dike û hêj agir venemiriye.