Kurdistan
Ambûlans û otobusa saredariyê lihev ketin: 2 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê ambûlans û otobusa şaredariyê lihev ketin û di encamê de 2 kes birîndar bûn. Qeza ber destê êvarê li ser rêya İpekyoluyê li taxa Subhanê çêbû. Ambûlansa aîdê rêvebiriya tenduristiyê ya bajarê Hekkariya piştî nexweş datîne Wanê û dema dadigere Hekkariya, bi otobusa şaredariya Wanê re lihev dikeve û qeza dike.
Di qezayê de ajotvanên her dû alavan birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyan û li ser qezayê lêkolîn hat destpêkirin.