Kurdistan
Amerîkayê 100 TIR alîkariyên leskerî sand
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike karwaneke din a alîkariyên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir ku Hevpeymaniya Navdewletî 100 barhilgirên alav û otombîlên serbazî derbasî navçeyên di destê HSDê de ne kir.
SOHRê da xuyakirin ku ev karwana nû di deriyê Welîd de ji Iraqê derbasî navçeyên HSDê yên li Hesekê û Dêrazorê hatiye kirin.
Hevpeymaniyê 4 roja berê jî 130 barhilgirên alîkariyên leşkerî derbasî parêzgehên Heseke û Dêrazorê kiribûn.