TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîkayê ji bo Singalê hisyarî da Tirkiyê!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 30 adar 2018 13:57

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert li Washingtonê ji çapemeniyê re daxuyanî da. Di civîna çapemeniyê de, rojnamevanekî pirsek li Nauert kir û wiha got: “Gelo hûn dikarin rewşa Şingalê hinekî zelal bikin. Lewra hinek dibêjin PKK derketiye, lê hê jî Tirkiye tehdîdan dike?

Nauert bersiva vê pirsê da û wiha got: “Belê me dît ku hinek grup li Şingalê ne. Em Şingalê ji Êzîdiyên ku hatine revandin û kuştin an jî hatine xilaskirin nas dikin. Belê Tirkiye nerazîbûna xwe nîşan dide. Lêbelê ji bo operasyonekê divê erêkirina hikûmeta Iraqê were standin.

Parve bike: