Amerîkayê karwaneke ji 20 TIRan pêk dihat sand Rojava
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Amerîkayê 20 TIR alîkariyên serbazî şandiye Rojavayê Kurdistanê.
Li gorî çavkaniyên herêmê, ji meha Cotmehê ve heta niha ku Amerîkayê biryara vekişînê dabû, bi berdewamî alîkariyên leşkerî bo Rojavayê Kurdistanê têne şandin ku mebest jî ji bo parastina herêmên petrolê ye ku hejmarek hêzên Amerîkî li wir dimînin.
SOHRê ragihand ku karwaneke ji 20 barhilgiran pêk dihat ji Başûrê Kurdistanê ve bi ser deriyê Sêmalke de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.
Hat zanîn ku karwana alîkariyan li gundê Himo yê rojhilatê Qamişlo hatiye bicihkirin ku baregeha Amerîkî li wê derê ye.
Hêzên Amerîkî niha li herêmên petrolê yên Dêrazor, Reqa, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrik û Hesekê belavbûyî ne.