Kurdistan
Amerîkayê karwanên nû yên hêza leskerî û lojîstîk sandin Rojava
PeyamaKurd – Artêşa Amerîkayê diyar kir, wan karwanên hêza leşkerî û lojîstîk şandine navend û xalên leşkerî yên bajarê Hesekê.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hêzên Amerîkî di 6 û 8ê Çile de ji deriyê sînor ê El-Welîd ê li ser sînorê Iraq û Sûriyê derbasî Hesekê bûne.
Otomobîlên leşkerî yên zirxî, tankerên mazotê û hejmarek zêde cebilxane di karwanên nêzîkî 100 otomobîlan de hebûn ku gihîştin navend û nuqteyên leşkerî yên hêzên Amerîkî li bajarokên Rumeylan, Şeddadî û Tel Beyder li gundewarê Hesekê.