TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêsa Tirkiyê dest bi operasyona leskerî li dijî PKKê kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2021 15:59

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê li navçeyên herdu parêzgehên Mêrdîn û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê, dest bi operasyoneke leşkerî li dijî PKKê kir.

Li gor medya Tirkiyê, operasyonê şeva borî 14ê Tîrmeha 2021an destpê kiriye û li navçeyên Mehsertê û Midyadê yên ser bi Mêrdînê û navçeya Hezexa girêdayî Şirnexê birêve diçe.

Li gor çavkaniyên herêmî, operasyona ku li çiyayê Bagokê di navbera Mehsert û Midyadê de hatiye destpêkirin, li gundê Midihê û Taxa Karalar yên ser bi navçeya Hezexê jî berdewam e. Lê heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Parve bike: