TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêsa Tirkiyê operasyona hewayî kir ser Basûr û Rojavayê Kurdistanê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2023 05:05

PeyamaKurd – Hêzên hewayî yên artêşa Tirkiyê bi balafiran operasyon kir ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ser PKKê û HSDê. Operasyon seet di 22.00an de hat kirin. Li gor ragihandina MSBê ya Tirkiyê; li 29 ciyan xistine.

Operasyona vê carê bi sedema ku li Herêma Kurdistanê leşkerên Tirkiyê kuştibûn operasyon hatin kirin. Wezaret ragihand ku di van rojên dawiyê de 12 leşkerên Tirkiyê ji terefê PKKê de hatine kuştin û di ser hesabê medya civakî de wezaret dibêje: “Ji bo şehîdên me”.

Heya niha ji terefê PKKê de ti daxwuyanî nehatiye dayîn.

Parve bike: