TR KU SO
FB X
Kurdistan

Artêsa Tirkiyê sê roj in bênavber êrîsî ser Rojavayê Kurdistanê dike

Leyla Denli
Nivîskar
📅 12 cotmeh 2022 14:59

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê sê roj in bênavber êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê dike.
Li gor zanyariyan, artêşa Tirkiyê do careke din gundewarê Eyn Îsa û Rêya M4 topbaran kir.

Herwiha artêşa Tirkiyê û çekdarên wê do derengiya şevê Kampa Kevin a Eyn Îsa, gundên Seyda, Mieleq û rêya M4 ya Eyn Îsa topbaran kir û topbaran heta derengiya şevê berdewam kir.

Hat zanîn ku artêşa Tirkiyê û çekdarên wê êrîşî gundê Şeala yê kantona Şehbayê kirin

Hat ragihandin ku do piştî nîvro jî li ser rêya Til Temirê û Zirganê wesayîteke sivîlan topbaran kirin.

Parve bike: