TR KU SO
FB X
Kurdistan

Asayîsa Hewlêrê 5 hezar demançeyên bê ruxset îmha kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 mijdar 2020 18:17

PeyamaKurd - Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, bi hezaran çekên hatibûn desteserkirin ku bê mohlet û qaçax bûn, ji aliyê asayişê ve bi silindiran hatin îmhakirin.

Rêveberiya asayişa Hewlêrê ragihand ku îro 12ê Mijdarê 5 hezar demançeyên bê mohlet, ku ji aliyê tîmên asayişê ve hatibûn komkirin hatin îmhakirin.

Asayişa Hewlêrê da xuyakirin, bila her kes bizane ew dê karê xwe yê li ser desteserkirin û komkirina çekên bê mohlet berdewam bikin.

Parve bike: